Mihrîcana Zarokan | Göçmen D.D.

Mihrîcana Zarokan

Mihrîcana Zarokan

Şişli Belediyesi Dervis Eroğlu Kültür Merkezi - 26 Ocak 2020

Mihrîcana Zarokan

Zarokên koçber di mîhrîcanê de civiyan. Mîhrîcana ku gelek çalakiyên cihêreng li dar ketin, ji bo zarokan kêliyên keyfxweş derxistin holê.

 

"Şahiya Zarokan" ya ku ji hêla Komeleya Piştgiriya Koçberan (KPK) ve bi hevkariya Şaredariya Şîşliyê hat lidarxistin Li Navenda Çandê ya Dervîş Eroglu bi beşdarbûna sedan zarokên penaber pêk hat.

Komele bi çalakiyên ku organîze dike gelek malbatên koçber û zarokên ku li deverên cuda yên Stenbolê dijîn li hev dicivîne. Dîsa, mîhrîcana ku bi vê mebestê di 24ê Çile de hat organîzekirin, ji aliyê zarokên ku bi malbatên xwe re hatine ve rastî eleqeyek mezin hat. Bernameya ku fealiyetên cihêreng di nava xwe de dihewandin keliyên kêf û bireng li zarokan dan jiyîn

Zarokên ku yekem car hevûdu naskirin bi hev re têkilî danîn. Çalakiya ku bi armanca xurtkirina hevaltî û pêwendiya baweriyê ya zarokan, pêşketina xwe-zanebûn û ji xwe haydar bûnê, bi armanca li hev civîna zarokan hat kirin.

Mîhrîcan bi tevger û govendan berdewam kir. Dûv re, gelek atolyeyên wekî "Atolyeya Tabloyên Sêrbazê Kapla", "Atolyeya Kîlîtdanka Sêrbaz" û "Atolyeya xweliyê" ên ku zarok dema ku qabîliyetên xweyên cihêreng pêş dixistin di heman demê de jî şa dibûn hatin lidarxistin.

Nivro, xwarinên ji hêla komeleyê ve hatine amadekirin hatin dayîn, Piştî nîvro jî fealiyet bi kelecaniya zarokên ku enerjiya xwe winda nekirine berdewam kir.

Dema lîstikek diqediya ya din dest pê dikir. Piştî nîvro, çalakî bi lîstikên bi navê "Refên Teyran", “Pişika Kolektîf" û “Neynikdank"ê berdewam kir, dû re jî dîmenên rengîn ên bi çalakiya "Tora Masî" û "Ji Bo Aştiyê Lîstik" ên bi navê “Xeleka pirepisk” kelecan berdewam kir.

Li aliyek din, malbatên ku bi zarokên xwe re beşdarî mîhrîcanê bibûn li qadek cûda bi muzîka çandî kêfxweş dibûn.

Kordînatorê Projeyê yê Komeleyê Erhan Keleşoglu derheqê mihrîcanê de wiha axivî:

Bi vê mîhrîcanê re, komeleyê di serî de dixwest piştgiriya pêşveçûna psîkolojîk a zarokên penaber bike û wan bi çalakiyên hunerî yên afirîner re bide naskirin. Dema ku ev kar dikir, armanc dikir ku dayikên wan jî şa bike û him jî ji bo jinên ku neçar man welatê xwe biterikînin û barê jiyanê hildigirin, hestek hevgirtinê biafiêne. Me hewl da ku em jî ji bo vê neçariyê hinek bibin derman"

Di lêkolînên me de ji bo baştirkirina ezmûna bikarhêner, em li gorî rêzikên qanûnî cookies bikar tînin. Hûn dikarin nivîsên agahdarî û danasînên berbiçav bibînin.